Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf dest ji kar vekişand

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf destê xwe ji kar vekişand û Amerîka helwesta xwe ragihand.

Mihemed Cewad Zerîf şeva borî di peyamekê de ku li “Instagram”ê belav kir, destvekişandina ji posta Wezîrê Derve yê Îranê ragihand.

Ev peyama Zerîf bi boneya “Roja Dayikê” li Îranê belav kir, tê de ji bilî pîrozbahiya wê rojê li xelkê Îranê, daxwaza lêborînê kir û nivîsî: “Nikarim bi erk û karê xwe berdewam bim, ji ber tevahiya kêmaniyên di karê min bûne lêborînê dixwazim.”

Ajansa “Reuters” ji ser jêderekî nefermî aşkere kir, sedema destvekişandina Wezîrê Derve yê Îranê ew bû, duhî Serokê Sûriyê Beşar Esed  serdana Îranê kir û bi ti awayî agahdariya Zerîfî ji wê serdanê nebû.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeoli Twittera xwe nivîsî, “Ew (Zerîf) û Hesen Rûhanî pêşewên mafyayeke olî ne. Em dizanin hemû biryar di destê Xamaneyî de ne.”

Herwiha got: “Siyaseta me li hember Îranê nayê guhartin. Divê rêjîm wek welatekî asayî reftarê bike û rêzê li welatê xwe bigire.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike