Wezîrê Derve yê Fransayê gihîşt Bexdayê

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Bexdayê.

 

Navenda Nûçeyan- Jean-Yves Le Drian ragihand, ku ew dê bi rayedarên Iraqê re pirsa dadgehîkirina çekdarên DAIŞê yên Fransî gotûbêj bike.

Biryar e piştî Bexdayê û hevdîtinên bi rayedarên Iraqî re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi berpirsên Kurd re hevdîtinan pêk bîne.

Le Drian berî destpêkirina serdana xwe, di daxuyanîyeke rojnamevanî de ragihandibû, ew dê serdana Iraqê bike û li gel rayedarên Bexda û Hewlêrê mijara  çekdarên girtî yên DAIŞê li bakûrê rojhilatê Sûrîyê gotûbêj bike.

Jean-Yves Le Drian roja Sêşemê gotibû, niha 10,000 çekdarên DAIŞê girtî ne û bi armanca piştrastbûna ji ewlehî û parastina wan, di demeke nêzîk de, ew dê serdana Iraqê bike.

Serdana Wezîrê Derve yê Fransayê bo navçeya Rojhilata Navîn li ser daxwaza serokê wî welatî Emmanuel Macron e û di demekê de ye, ku Tirkîye ew 8 roj in ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirîye.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist