Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar çû ser sînorê Rojavayê Kurdistanê  

.

Bo zanyariyan ji berpirsan werbigre, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê çû ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, do bi Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmareke din a fermandarên artêşa Tirkiyê ve, çû parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê.

Hulusi Akar û fermandarên serbazî, li Balafirxaneya GAPa Rihayê ji aliyê parêzgerê Rihayê Abdullah Erîn ve hatin pêşwazîkirin.

Akar û şanda li gel, pişt re derbasî Navenda Tevgera Hevbeş bû û li wir derbarê xebatên li herêma sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê zanyarî ji berpirsan wergirt.

Akar bi rêya vîdyo konferansê, bi fermandarên yekîneyên li herêmê û xeta sînor erkdar in pêwendî danî û axaftinek pêşkêş kir.

Akar da zanîn, artêşa wan di sala 2020an “xebatên mezin” kirin û amaje bi wê kir ku xebatên wan dê berdewam bin.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin