Wezareta Tendirustiya Ukrayna: 193 kesên sivîl hatine kuştin

.

 Wezareta Tenduristiya Ukrayna aşkera kir, kuştinên sivîlan li Ukraynayê pir zêde bûye.

Wezareta Tenduristiya Ukraynayê ragehand: ‘’Di sê rojên borî yên êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 193 hemwelatiyên sivîl hatine kuştin û nav wan de 3 jî zarok in.

Duh 25.02.2022yê rêxistina mafê mirovan a Netewên Yekbûyî ragehand: ‘’Ji ber wan aloziyên li Ukrayna hene heta naha herî kêm 25 kesên sivîl hatine kuştin û 102 kesên din jî birîndar bûne.’’

Netewên Yekbûyî ragehand, amarên berdest ên destpêkê ne û bendewarî heye hejmara qurbanan gelek zêde bibin.

Roja 24.02.2022yê serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotarekî televîzyonî de biryara destpê kirina operasyona artêşa welatê xwe ya li dijî Ukrayna ragehand.

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn