Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê dilgiraniya xwe ya li hemberî vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Herêma Kurdistanê nîşan da.
Wezaretê destnîşan kir ku vekişîna hêzan a bêyî dabînkirina ti pergalên parastinê cihê dilgiraniyê ye.
Her wiha hat ragihandin ku êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê di stûyê Hikûmeta Federal a Îraqê de ye.
Vekişîna hêzên Amerîkayê
Wezareta Pêşmergeyan îro li ser vekişîna hêzên Amerîka û Koalîsyonê daxuyaniyek belav kir.
Tê payîn ku hêzên Amerîka û Koalîsyonê 30ê Îlonê ji axa Îraq û Herêma Kurdistanê vekişin.
Wezaretê amaje bi wê yekê kir ku ev vekişîn encama lihevtêgihiştina hevbeş a di navbera hikûmetên Îraq û Amerîkayê de ye.
"Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar caran rastî êrişan hat"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev vekişîn di demeke hestiyar de tê kirin û rewşa ewlehiyê ya Îraq û Rojhilata Navîn ne aram e.
Wezareta Pêşmergeyan eşkere kir ku di dema şerê Amerîka û Îranê yê mehên borî de Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar caran rastî êrişên bi dron û mûşekên balîstîk hatiye.
Di encama van êrişan de gelek kes şehîd ketin û birîndar bûn.
Her wiha zerereke mezin a madî jî çêbû.
"Parastina asmanê me erkê hikûmeta federal e"
Wezareta Pêşmergeyan tekez kir ku hiştina Herêma Kurdistanê ya di rewşeke ew qasî aloz de û bêyî dabînkirina pergaleke parastinê "cihê dilgiraniyê ye".
Di heman demê de wezaretê ducare kir ku asmanê Herêma Kurdistanê beşek ji asmanê Îraqê ye û got:
“Ji ber vê yekê, parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê pêşîn ê Hikûmeta Federal e ku divê di dema pêwîst de vê berpirsyariyê bigire stûyê xwe.”
Pêşmerge ji bo her rûdanê amade ye
Wezareta Pêşmergeyan her wiha spasiya hevkarî û piştgiriyên raborî yên Amerîka û Koalîsyonê kir ku dane Pêşmergeyan.
Wezaretê xelkê Kurdistanê piştrast kir ku Hêzên Pêşmergeayn ji bo her rûdaneke nû di nava amadehiyê de ne û dikarin xwe li gorî rewşê biguncînin û rûbirûyî metirsiyan bibin.
Pêwendiyên bi artêşa Îraqê re
Wezareta Pêşmergeyan di dawiyê de destnîşan kir ku wekî beşek ji pergala parastina Îraqê, pêwendiyeke wan a xurt a ewlehî û destûrî bi artêşa Îraqê re heye.
Hat ragihandin ku dê karê hevbeş û hevahengiya wan a bi artêşa Îraqê re bidome.