Wezareta Pêşmerge daxuyanî da: Wê terorîst û piştevanên wan baceke giran bidin

.

Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa terorîstên DAIŞê ya li bajarokê Mexmûrê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand, di encama êrîşa şeva derbasbûyî de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûne.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, “Terorîst û ew ên piştgiriya wan dikin, dê baceke giran bidin.”

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî derdora demjimêr 22.00 êrîşî gundê Xidir Cîce yê li quntara çiyayê Qereçûxê kir û di êrîşa DAIŞê de sê bira yên xelkê wî gundî şehîd bûn.

Wezareta Pêşmerge diyar dike, “Piştî êrişê Hêzên Pêşmerge bi hawara xelkê de çûn û karîn di demeke kurt de rewşê kontrol bikin û terorîst jî reviyan.”

Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, "Paşê Hêzên Pêşmerge li wê navçeyê operasyonek dan destpêkirin û yek ji wesayîtên Pêşmerge ket kemîna terorîstên DAIŞê û mixabin 7 Pêşmerge şehîd bûn.”

Wezareta Pêşmerge sersaxî ji kesûkarên şehîdan re xwest û ragihand, “Xwîna şehîdên me vala naçe û terorîst û ew ên piştgiriya wan dikin, divê baceke giran bidin.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê hat kirin, hevahengî û hevkariya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê û Hevpeymanan de divê ji vê qonaxa xitimî derkeve, gelek bilez û bêyî çaverêkirin, operasyonên hevbeş destpê bikin û nabe zêdetir rê bi bidin ku cihên hewandinê yên terorîstan wek xwe bimînin û navçe parastî be.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin