Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li xwe mikur hat ku di operasyonên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê de hinek "binpêkirin" ji aliyê hêzên wan ve hatine kirin û ragihand ku wan dest bi rêkarên yasayî kiriye.
Fermandariya Ewlehî û Polîsa Leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve, îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî rênîşandanên zelal ên ku ji hemû yekîneyan re hatine şandin jî Polîsêm Leşkerî çend binpêkirinên li dijî yasa û rêkarên leşkerî tomar kirine.
"Bi taybetî li bakurrojhilatê Sûriyeyê"
Wezaretê di daxuyaniya xwe de bi taybetî amaje bi operasyonên dawî kir û got:
"Polîsên Leşkerî çend binpêkirinên li dijî yasa û rêkarên pejirandî tomar kirine, bi taybetî jî ew binpêkirinên ku di dema operasyonên leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê de hatine tomarkirin."
Rêkarên yasayî hatin destpêkirin
Fermandariyê tekez kir ku wan li gorî yasayan dest bi rêkarên pêwîst derbarê kesên binpêkirin kirine de kiriye û ew dê bên hesabpirsîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Fermandariya Ewlehî û Polîsa Leşkerî destnîşan dike ku wan dest bi girtina tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî binpêkaran kiriye, da ku hesab ji wan were pirsîn û dîsîplîna leşkerî were parastin."
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê her wiha diyar kir ku ew nermiyê li hemberî ti binpêkirinan nîşan nadin lê di heman demê de pesnê asta bilind a dîsîplîna yekîneyên xwe da û ev binpêkirin wekî "haletên ferdî" bi nav kirin.