Wezareta Koçê ya Îraqê: 49 hezar malbatên Şingalî hîn jî venegeriyan malên xwe

.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku piştî êrişên DAIŞê nêzîkî 49 hezar malbatên Şingalî hîn li Herêma Kurdistanê dijîn.

Ev malbat li nav kampan û li derveyî kampan dimînin.

Her wiha hat diyarkirin ku heta niha nêzîkî 27 hezar malbat vegeriyane Şingalê.

19 hezar malbat di kampan de ne

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Niha 19 hezar malbatên Şingalî li Herêma Kurdistanê di nav kampan de ne û 30 hezar malbat jî li derveyî kampan dijîn."

Sala 2014an, piştî ku DAIŞê êrişî Şingalê kir bi dehan hezar kes koçber bûn.

Wan koçberan herî zêde berê xwe da Herêma Kurdistanê û hinek ji wan jî çûn deverên din.

Piştî ku Şingal ji destê DAIŞê hat rizgarkirin hinek malbat vegeriyan cih û warên xwe.

Elî Cîhangîr li ser vê yekê got, "Heta niha nêzîkî 27 hezar malbatên Şingalî vegeriyane ser axa xwe."

Alîkariya darayî hatiye rawestandin

Hikûmetê ji bo teşwîqkirina vegera li Şingalê, biryara dayîna alîkariyan dabû.

Li gorî vê biryarê, hikûmetê 4 milyon dînar (nêzîkî 3 hezar dolar) dida her malbatekê.

Ji bilî pereyan, hinek alavên nav malê jî dihatin dayîn.

Lê belê Elî Cîhangîr da zanîn ku ev alîkarî hatine rawestandin.

Li gorî agahiyên ku Cîhangîr dane, ji ber kêmbûna budceyê ji Çiriya Paşîn a 2025an ve ev pere nayên dayîn.

Siyaset Haberleri

Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin
Amerîka: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be
Amedsporê Beşîktaş têk bir û derket lûtkeya Superlîgê
Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Me û Îraqê li ser fînansekirina Rêya Bipêşketinê li hev kir
Li Berlînê Partiya Çep bi ser ket: Îhtimal heye 5 Kurd bikevin parlamentoyê