Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: 26 kampên awareyan li Herêma Kurdistanê hene

.

Rêveberê Fermangeha Beşan a li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas ji ajansa fermî ya welatê xwe re ragihandiye, li Herêma Kurdistanê 26 kampên awareyan hene û 16 ji wan li Duhokê, 6 ji wan li Hewlêrê û 4 jî li Silêmaniyê ne.

Elî Ebas eşkere kiriye ku 26 hezar malbat li kampan dijîn, ku piraniya wan awareyên Şingal, Neynewa, Enbar, Diyale û Selahedîn in.

Beriya niha Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihandibû, hikûmeta Iraqê di pêşkêşkirina alîkariyan bo aware û penaberan, weke pêwîst erkê xwe cîbicî nake.

Rêber Ehmed destnîşan kiribû ku ji sedî 50ê wan penaberên ku hatine Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê niştecî ne û gotibû: “Mixabin rewş hîn jî asayî nebûye û rêkar weke pêwîst nînin, da ku penaberên li Herêma Kurdistanê bi daxwaza xwe vegerin navçeyên xwe.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ