Wezareta Elektrîkê ya Îraqê: Elektrîka Îraqê bi temamî qut bû

.

 Pergala elektrîka niştimanî li hemû parêzgehên Îraqê ji nişka ve têk çû.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê jî got, "Heta niha em sedema qutbûna elektrîkê nizanin."

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa li ser qutbûna elektrîkê ji Rûdawê re axivî.

 Ehmed Mûsa got, "Li tevahiya Îraqê pergala elektrîka niştimanî ji kar ket, heta niha em bi xwe jî nizanin sedema wê ya sereke çi ye."

Lêpirsînê dest pê kir

Berdevkê Wezareta Elektrîkê amaje bi wê yekê jî kir ku wan li ser wê "qutbûna giştî" demildest lêkolîn dest bi lêkolînê kiriye û got:

"Dema agahiyeke nû hebe û sedem derkevin holê, em dê raya giştî û hemû aliyan agahdar bikin.

Dest bi xebitandina stasyon û xetên cudakiriyê hatiye kirin."

Hilberîna elektrîkê li Îraqê nêzîkî 17 hezar megawat e, di demekê de ku di demsala germayê de pêdivî bi zêdetirî 30 hezar megawetî heye.

Herî dawî 11ê Tebaxa 2025an ji ber pirsgirêkeke teknîkî elektrîka Îraqê li seranserê welêt qut bûbû.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin