Wezareta Derve ya Iraqê: Malîkî bibe serokwezîr, Amerîka dê sizayan li ser me bisepîne

.

Wezareta Derve ya Iraqê aşkere kir, Amerîkayê bi fermî hişyarî daye Bexdayê ku heke Nûrî Malîkî careke din bibe Serokwezîrê Iraqê, Washington dê cezayên giran li ser Iraqê bisepîne.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi devkî hişyariyek ji aliyê Amerîkayê ve wergirtiye. Di hişyariyê de hatiye destnîşankirin ku vegera Nûrî Malîkî bo ser postê serokwezîrtiyê, dê encamên xirab bi xwe re bîne û Amerîka dê sizayan deyne ser hejmarek kesayet û saziyên Iraqî.

Herwiha hat diyarkirin, rayedarên Amerîkî ligel berpirsên Bexdayê behsa pîvanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirine û nîgeraniya xwe ya li ser namzediya Malîkî anîne ziman.

Li hemberî van daxuyaniyan, Berpirsê Ragihandinê yê Nûrî Malîkî, Hîşam Rukabî li ser platforma "X" nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev zext tenê "kampanyayeke medyayî ya berfireh e" da ku Malîkî neçar bikin ji namzediyê vekişe û kesekî din bixin cihê wî. Herwiha destnîşan kir, ev hewildan dê biser nekevin û "Çarçoveya Hevahengiyê" (pêkhateya Şîe) li ser helwestên xwe rijd e.

Li gorî zanyariyan, tê payîn ku îro "Çarçoveya Hevahengiyê" ji bo diyarkirina çarenûsa namzediya Nûrî Malîkî li Bexdayê bicive. Ev civîn wekî civîneke "yekalîker" tê dîtin, ji ber ku dê biryara dawî li ser namzedê serokwezîrtiyê were dayîn.

Siyaset Haberleri

Şêrwan Duberdanî: Li Bexdayê li dijî Kurdan pîlaneke nû tê danîn
Li Îdirê ji bo Kurdî seferberî: 'Zimanê me dayîka me ye'
"Herêma Kurdistanê, tekane stargeha stratejîk a Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn"
Cotkarên Kerkûkê kom bûn: Heşt meh in em li benda pereyên genimê xwe ne
Rêjîma Îranê bi hêzeke zêde û bi tundûtîjuyek hovane êrîşkirie ser gundê Çinarê