Wezareta Derve ya Amerîkayê: Me ji Tom Barrack xwestiye ku rewşa Sûriyeyê çareser bike

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew bi hûrgulî êrîşên ser taxên Kurdî yên Helebê dişopînin û tekez kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê ne bi rêyên leşkerî, lê bi rêya diyaloga siyasî pêkan e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tom Pigott diyar kir, divê aliyên peywendîdar li şûna ku welat bikişînin nava xelekeke nû ya tûndûtûjî û aloziyê, hemû hewildanên xwe ji bo avakirina Sûriyeyeke aram û ewle terxan bikin. 

Pigott destnîşan kir ku divê sîstemeke weha were avakirin ku berjewendî û mafên hemû pêkhateyan biparêze.

Nivîsgeha çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji peyamnêrê Kurdistan24ê Rehîm Reşîdî re eşkere kir, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Balyoz Tom Barrack, xebatên xwe yên dîplomatîk didomîne. Armanca sereke ya Barack ew e ku asankariyê ji bo pêvajoya diyalogê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bike da ku bigihîjin encameke siyasî.

Şêx Meqsûd û Eşrefiye di bin çavdêriya Washingtonê de ne

Derbarê geşedanên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û êrîşên Artêşa Sûriyeyê yên li ser HSDê, Wezareta Derve diyar kir ku ew rewşê bi hûrgilî dişopînin.

Rêveberiya Washingtonê careke din bang li hemû aliyan kir ku di vê dema hestiyar de ji her cure pevçûnên leşkerî dûr bikevin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan tenê serî li maseya danûstandinan bidin. 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe