Wezareta Dadê ya Sûriyeyê dadwer û fermanberên Kurd ji dadgehên Efrînê derdixe

.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê di pêşveçûneke nû de bi biryara hejmar 1479, ku li roja 26ê Tebaxa îsal derkeftiye û kopiyeke wê bi dest K24ê jî keftiye, fermana derxistina dadwer û fermanberên Kurd li dadgehên Efrînê, bi taybetî jî li Cindirês, Mubatelî, Şeran û Racoyê, derxistiye.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê di fermana xwe de ferman da ku, dadwer û fermanberên Kurd ji dadgehên Efrînê bo yên Helebê bên vewguhastin. Herwesa li dû wê fermanê jî, wezareta navbirî hejmareke fermanberên Kurd ji bo karên nesereke û nivîsandinê dihêle.

Çavdêrên navxweyî li wê bawerê ne ku, ev ferman siyaseta erebîkirina rêveberiya wê deverê ye û şiyanên xwecihî lawaz û bêbiha dike. Ev jî di demekê de ku piraniya Kurdên wê deverê ji bo vegerandina mal û milkên xwe yên bindestkirî û zevtkirî xwe dispêrin şiyanên navxweyî yên dadgehên xwe. Vê pêngavê jî nîgeraniyên cidî peyda kirine, ku gelên resen ên deverê dê mafên xwe heta hetayê winda bikin.

Ev rêkarên dadwerî berevajî wan sozan in ên ku, Serokê Sûriyeyê yê nû Ehmed Şera di serdana xwe ya vê dawiyê ya Efrîn de dabûn xelkê wê deverê, xasma ku wî soz dabû ku mal û milkên bindestkirî bi lez ji bo xwediyên wan ên Kurd vegerîne.

Ehmed Şera di wê serdana xwe de bi Serokê Şaxê Encûmena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) li Efrîn Ehmed Hesen re civiyabû û li ser binpêkirina mafên mirovan, bindestkirina erdê û girtina keyfî ya welatiyan nîqaş kirin. Piştre Ehmed Şera pabendbûna rêveberiya xwe ji bo bidawîkirina hejmona milîsan û vegerandina mafan ji bo xwediyên wan tekez kiribû.

Şarezayên qanûnî tekez dikin ku, desthilata dadweriyê ya niha wekî amûrek ji bo guhertina demografiya deverên Kurdî tê bikaranîn û herwesa tevî fermanên îdarî, siyaseta de facto tê sepandin ku xizmeta armancên hikûmeta navendî ya Şamê li wan deveran ên ku arêşe li ser hene dike.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn