Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî bi dirûşma "Bi Kurdî Binivîse û bi Kurdî Bihizire" dest pê kir.
Pêşangeh cara yekem e ku tenê ji bo berhem û weşanên bi zimanê Kurdî tê lidarxistin.
Nêzîkî 130 weşanxane, navendên çapê û saziyên çandî bi hezaran berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne.
Birêvebirê Giştî yê Weşanên Dozê Koroglu Karaaslan li ser pêşangehê û beşdariya weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê pirsên Sîma Abxêzirê bersivandin.
"Em ji bo Kurdî û Kurdayetiyê li vir in"
Koroglu Karaaslan diyar kir ku ew ji ber navê pêşangehê beşdar bûne û got:
"Heger di navê pêşangehê de pirtûkên Kurdî hebin, em li wir in.
Em ji bo Kurdî û Kurdayetiyê li vir in. Ji ber navê vê pêşangehê ez beşdar bûm."
Karaaslan bal kişand ser wê yekê ku ji Bakurê Kurdistanê kêm weşanxane beşdar bûne û sedema vê yekê bi "dereng agahdarkirinê" ve girê da û anî ziman:
"Kesên ku ev kar saz kiriye, dereng agahî dane.
Li Bakurê Kurdistanê Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) heye.
Divê birêvebiriya pêşangehê bi rêya wan agahî bida Weşanênn.
Wê çaxê me dê kariba amadehiyeke baştir bikira."
Koroglu destnîşan kir ku ji bo pêşangehên din divê amadehî baştir were kirin û mercên beşdariyê zelal bin.
Koroglu Karaaslan her wiha amaje bi zehmetiyên veguhastina pirtûkan û mesrefên zêde yên wekî rê, otêl û xwarinê kir û got:
"Divê weşanxane sûdekê ji vê pêşangehê bibînin.
Heger sûd tune be, beşdarî tenê dibe eziyet ji bo me."
Weşanên Dozê û berhemên wê
Birêvebirê Weşanên Dozê eşkere kir ku ew nêzîkî 40 sal in xizmeta Kurdî û Kurdayetiyê dikin û diyar kir ku wan nêzîkî 130 pirtûk anîne pêşangehê û li pey çû:
"Nîvê pirtûkên me bi Kurdî û nîvê wan jî bi Tirkî ne lê ziman çi dibe bila bibe, mijara wan hemûyan li ser Kurdan e.
Di nav wan de dîrok, huner û lêkolînên li ser Kurdan hene.
Pirtûkên me yên Kurdî jî bi piranî Wêjeya Kurdî ne."
Eleqeya xwendevanan û xwendina bi tîpên Latînî
Koroglu Karaaslan eleqeya xelkê ya roja yekem nirxand û destnîşan kir ku qerebalixiyek heye lê piraniya xelkê ji bo girtina wêneyan hatine û got:
"Min kêm xwendevan dîtin.
Li Hewlêrê xwendina bi tîpên Latînî hinekî lawaz e.
Ji ber vê em nizanin xwendevan li ser pirtûkên me çi difikirin û pirtûkên me baş hatine çapkirin yan na."
Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî ya Hewlêrê ya ku bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin dê heta 10ê mehê deriyên xwe li ber pirtûkhezan vekirî bihêle.
Rudaw