Wêranşar | Cenazeyê dengbêja Kurdî, Eda Mehdo bi axê hat spartin

.

 Dengbêja navdar a Kurdî a Êzidî, Eda Mehdoya ku li Almanyayê ji ber pirsgirêkan têkildarî pîritiyê koça dawî kiribû, li gundê wê yê li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi merasîmekê hat veşartin. Eda Mehdo bi stran û rêûresmên dînê Êzidîtiyê bi axê hat spartin.

Cenazeyê dengbêj Eda Mehdo, piştî ku ji Almanyayê anîn welat, li gundê Burcê yê Wêranşarê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku ji bilî zarok û merivên wê, gelek welatiyên jî tev li spartina wê ya axê bûn.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin