Wêneyê Pêşmergeyekî şehîd hat şewitandin

Li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê li nêzîkî baregeyeka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji aliyê Heşdî Şabî va hatiye dagîrkirin wêneyê Pêşmergeyekî şehîdê şerê DAIŞê hat şewitandin.

Li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê li nêzîkî baregeyeka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji aliyê Heşdî Şabî va hatiye dagîrkirin wêneyê Pêşmergeyekî şehîdê şerê DAIŞê hat şewitandin.

Ligor zanyariyan Rêveberiya Asayîşa PDKê ya li Kerkûkê ku aniha ji aliyê hêzeka serbazî ya Iraqê va hatiye dagîrkirin wêneyê Pêşmerge Berzan Mihemed Mehdî yê di şerê DAIŞê da şehîd bibû hatiye şewitandin.

Pêşmergeyê şehîd Berzan Mihemed yek ji wan 17 Pêşmergeyan bû ku di sala 2015an da li herêma Mekteb Xalîd a Kerkûkê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê va dîl hatibû girtin û bi awayekî dirinde hatibû şehîdkirin.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin
Îraqê cezayê îdamê da 6 DAIŞiyan