Welat Qadirî: Rola opozisyona navxwe û derve piştî hilweşîna rejîma Îranê

.

Welat Qadirî

Roj bi roj, egerên êrîşa ser Îranê û gef li zêdebûnê ne. Tiştê ku ji êrîşê giringtir e, bûyerên piştî êrîşê ne. Pirsa bingehîn li vir ev e: Destpêka hilweşîna rejîmê dê çawa be û divê çi bê kirin?

Heke serokê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê, Donald Trump, biryara êrîşa ser Îranê bide û rejîm hilweşe, saetên destpêkê dê wekî werçerxaneke (veguhereke) dîrokî bin. Rojên pêşîn ji bo her tiştî biryarder in. Dîroka vê herêmê nîşan daye ku gava rejîmek bêyî qonaxeke veguhêz (întîqalî) ya zelal hilweşe, li pey wê alozî û bêserûberî tê. Wekî Îraqa piştî sala 2003an, ku valahiya desthilatê ji aliyê hêzên girêdayî deshilata hilweşayî û hinek grûpên din ên tundrev ve hatin bikaranîn, û mîlîşiya geş bûn, û welatên herêmî û aktorên biyanî ketin pêşbirkêya nifûz û desthilatê.

Îran ji aliyê nifûs, pêkhateya netewî, sîstema siyasî û cografyayê ve ji Îraqê pir aloztir e. Heke pêkhateya dewletê ji nişkê ve hilweşe, tenê nabe demeke sade ya azadiyê; belkî dê bibe werçerxaneke hesas ku ligel afirandina firsetan, derî li ber pevçûnên neteweyî û gefên cidî yên aktorên navxwe û herêmî vedike, bi taybetî derbarê tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.

Di senaryoyeke wisa de, erka pêşîn divê rêgirtin be li şerê navxweyî. Îran tenê ji Farsan pêk nehatiye; belkî ji Kurd, Azerî, Belûç, Ereb, Gîlek, Turkmen û neteweyên din pêk tê. Divê maf û çarenûsa her kesî parastî be. Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokeke dûrûdirêj in di binpêkirina siyasî, darvekirin (îdam), îhmalkirina aborî û qedexekirina ziman û çandê de. Heman rewş, bi şêweyên cuda, ji bo Belûç û Ereban jî heye. Azerî tevî zêdebûna hejmara wan û hevbeşiya wan di mezhebê Şîe de, ew jî rûbirûyî navendperestî û îhmalkirina pêkhateyî bûne. Wê yekê hesteke cuda daye wan, lewra wan jî rêya xebata ji bo mafên neteweyî girtine pêşiya xwe. Heke rejîm hilweşe, ew bi hêsanî dewleteke din a navendperest û serdestxwaz a Fars qebûl nakin. 

Bi taybetî ji bo gelê Kurd, ev demeke dîrokî ye. Lê heke hêzên kurdan yekgirtî nebin, rewş dê pir xeternak be. Hêzên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê divê hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî ava bikin, ji ber ku peymana siyasî bi tenê di navbera partiyan de nikare parastina xak û mafên Kurd misoger bike û rê li ber şerê navxweyî û nakokiyên îdeolojîk bigire. Dîrokê îsbat kiriye ku dabeşbûnê her dem ziyan gihandiye Kurdan. Yekîtiya leşkerî meşru`iyeteke zêdetir dide me, rê li ber planên navxwe û derve digire û asayîş û îstîqrarê ji bo xelkê Kurdistanê dabîn dike. Piştî hilweşîna rejîmê, divê di nava çend rojan de encumeneke (civateke) Kurdî ya hevbeş ku nûneratiya hemû partiyên sereke û civaka sivîl bike, bê ragihandin.

Ev ne dema tolhildan ji Tirk û Farsan e; belkî di heman demê de, dema rastbînî û xweguncandina bi rewşê re û bihêzkirina gotara me ya neteweyî di nav xelkê de ye. Şêwaza hikumraniya pêwîst di destpêkê de divê sîstemeke demkî, federal û demokratîk be ku bi zelalî nîşana rastiya pirneteweyîbûna Îranê be.

Fikra vegerandina şahîtiyê li Îranê di bin sîbera kesekî wekî Reza Pehlewî de ne çareserî ye. Ji ber ku ew ne tenê xwedî meşruiyeteke gelêrî ya berfireh nîne, belkî kesayetiyekî navendperest e û li dijî her cure mafekî neteweyî yê demokratîk e li Îranê. Ew nikare nûneratiya neteweyan bike ji ber ku bawer nake ku Kurd, Azerî, Belûç û Ereb netewe ne; belkî ji wan re dibêje "grûpên etnîkî". Ev jî tê wateya berdewambûna binpêkirin û serkutkirinê, her wekî çawa bav û kalên wî di serdema şahîtiyê de kirine.

Di serdema kalê wî Reza Şah û bavê wî Mihemed Reza Şah de, navendperestiya tund, serkutkirina neteweyan, qedexekirina diyardeyên çandî û siyaseta asîmîlasyona bi darê zorê hebû. Ew li dijî daxwazên gelê Kurd sekinîn û rêberên naskirî yên wekî Simkoyê Şikak û Pêşewa Qazî Mihemed şehîd kirin. Ji aliyê aborî ve, tevî dewlemendiya bi neftê, lê  nedadperweriyeke zêde hebû, û gendelî li her derê belav bûbû. Serkutkirinên SAWAKê û nebûna demokrasiyê bû sedema hêrsekê ku wiha kir xelk di sala 1979an de "xirab" li hember "xirabtir" hilbijêrin û Komara Îslamî bi hêviya dadperweriyê bînin ser desthilatê.

Di rewşeke wisa de, vegerandina modela şahîtiyê tê wateya dubarekirina ezmûna binketî ya wê sîstemê. Paşeroj nabe li ser nostaljiyê (hesreta borî) bê avakirin; belkî divê li ser beşdariya hemû neteweyan bê avakirin.

Komareke federal a demokratîk ku tê de serweriya neteweyan li herêmên wan ên cografî, azadiya nerînê, xwendina bi zimanê dayikê, parastina çandê û dabeşkirina dadperwerane ya dahatê bi destûrê hatibe misogerkirin, tenê rêya rastî ye ji bo îstîqrarê. Xwebirêveberiya parêzgehan û hebûna parlamen û dadgeheke serbixwe mercên bingehîn in. Hêzên ewlehiyê jî divê ji nû ve bêne birêkxistin û hemû netewe divê tê de beşdar bin da ku rê li ber serdestiya grûpeke neteweyî bê girtin.

Berpirsiyariyeke mezin li ser milê xelkê ye. Di rewşa hilweşîna rejîmê de, divê torên sivîl bêne birêkxistinkirin ji bo parastina bajar û gundan ji talankirin û êrîşa grûpên çekdar. Rewşenbîr, xwendekar û ciwan divê gotara nîjadperestiyê red bikin, ji ber ku li Rojhilatê Kurdistanê tenê Kurd najîn. Rêberên Kurd, Azerî, Belûç û Ereb divê bi lez hevahengiyê bikin. Bikaranîna torên civakî divê bi hişyarî û berpirsiyariyê be, ji ber ku agahiyên xelet dikarin di nava çend saetan de şer û aloziyê çêkin.

Di warê dîplomasiyê de, divê karê cidî bê kirin. Civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropayê divê mekanîzmaya agirbest û proseya veguhêz a rast ava bikin. Medya divê fêm bikin ku Îran tenê ji Farsan pêk nehatiye û divê bala xwe bidin ser daxwazên rewa yên hemû neteweyan. Heke hêzên biyanî tenê wekî textê şetrencê yê jeopolîtîk li Îranê binêrin, bêîstîqrariyeke kûr dê pêş were û senaryoya Sûriyê dê dubare bibe. Lê piştgirîkirina çareseriyeke federal û heralî dikare derî li ber îstîqrar û hevparîyeke navxwe a bihêz di paşerojê de veke.

Ji bo Kurdan, ev dem hem firset e û hem jî ceribandin e. Heke em yekgirtî bin û xwedî stratejî bin, em dikarin mafên xwe yên destûrî misoger bikin. Lê heke em dabeş bin, careke din kesên din dê biryarê li ser çarenûsa me bidin.

Bi kurtî, hilweşîna rejîmê ne dawiya xebatê ye; belkî destpêka dewletsaziyê ye. Dewletsazî hewceyî aqilmendî, yekîtî û vêrekiyê ye ji aliyê hemû neteweyên ku li ser vê axê jiyanê dikin.

Dîrok li benda me nasekine heta ku em xwe birêkxistin bikin. Divê beriya ku biqewme em amade bin.

Siyaset Haberleri

Donald Trump: Pêwendiyên me bi Îraqê re baş in
Li Kobanê proseya yekkirina Asayîşê û Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê dest pê kir
AP: Amerîka tevlî êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê bû
Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd kek Mehmet Vûral gelekî xemgînin
Al-Monitor: Rubio ji bo civîna bi Şeybanî re, mercê amadebûna Mezlûm Ebdî danî