Hikûmeta Amerîkayê peyameke nû û hişyariyeke tund arasteyî hikûmeta bê ya Iraqê kir; tê de bi tundî red kir ku rê bê dan ku komên çekdar ên "derveyî qanûnê" tu rol û tevlîbûnek di nav kabîneya nû ya hikûmetê de hebe.
Tora nûçeyan a “NBC News”ê îro (În, 08ê Gulana 2026ê) ji zarê berpirsekî pilebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kir: "Niha hêla cudaker a di navbera dezgehên dewleta Iraqê û komên çekdar ên derveyî qanûnê pir 'nediyar û şêlû ye."
Wî berpirsê Amerîkayî daxwaz ji Elî Zeydî jî kir ku di kabîneya nû ya hikûmeta xwe de, peywendiyên xwe ligel komên çekdar bibirre.
Di pareke din a daxuyaniyên xwe de, wî berpirsê Amerîkayî careke din daxwaz ji hikûmeta bê ya Iraqê kir ku daxuyaniyeke zelal û eşkere belav bike û tê de tekez bike ku "komên çekdar bi tu awayî ne parek in ji hikûmetê."
Ev daxwazên Amerîkayê piştî hejmareke aloziyên ewlehiyê li deverê tên. Wekî ku berpirsê navborî amaje pê kiriye, "Dezgeh û berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê rastî zêdetir ji 600 êrişan hatine di dema wî şerê ku deverê ji dawiya meha Sibatê ve heta roja destpêkirina agirbestê di 8ê Nîsana borî de dîtibû."
Peyva "komên çekdar ên derveyî qanûnê" li Iraqê ji bo wan kom û milîsan tê bikaranîn, ku tevî hinek ji wan bi fermî parek in ji dezgehên ewlehiyê, lê li derveyî fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar kar dikin. Ev kom di sala 2026ê de bûne arêşeyeke mezin li pêşiya aramî û peywendiyên navdewletî yên Iraqê.
Waşintonê di demên borî de gelek caran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû ku yekser van koman hilweşîne û hişyarî dabû ku eger ew neyên kontrolkirin, Iraq dê rûbirûyî cezayên tund bibe.