Washington yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê pêwîst dizane

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Amerîkayê derbarê rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Amerîkayê derbarê rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Dîdara Silêmanî de ligel şandeke bilind a a Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Taybet yê Serokê Amerîkayê û Rêvebirê Bilind yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li Encûmena Asayîşa Niştimanî Terry Wolf û şandeke pê re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da bîr û ramanan li hev guhartin.

Şanda bilind a Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya piştevanî û alîkariyên Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da jî, şanda Amerîkî yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK û PDKê ji bo derbaskirina dijwarî û aloziyên niha yên li Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst zanî.

Di mijareke din a civînê de, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da dê bibe sedema aramiya siyasî û aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê, û herwesa, tekezî li ser piştevaniya birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal û karnameya hikûmeta wî kirin.

Gotûbêjkirina rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên din yên xwedî girîngiya hevbeş, mijarên din yên civînê bûn.

K24

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê