Washington Post: Amerîka mijûlê amade kirina reşnivîsa cezayên ser Iraqê ye

Amerîka dest bi amadekarîyên reşnivîsa cezayên ku li ser Iraqê bên sepandin kirîye, ku eger Iraq bixwaze hêzên Amerîkayê derbixe dê ew ceza bên pêkanîn.

Navenda Nûçeyan- Li gor raporta malpera Washington Post a Amerîkayê, şêwirmendên Qesra Spî û wezareta xizîneya Amerîkayê rola serekî dibînin di amade kirina wê reşnivîsê de û karên wan hîn di qonaxa destpêkê de ye.

Herwaha sê berpirsên payebilind ên Amerîkayê zanyarî bo wê malpera navborî piştrast kirine û aşkera kirine ku plana Amerîkayê ew e lîsteya cezayan amade bike û li bendê bin gelo Iraq dê çi pêngavekî kiryarî bo derxistina hêzên Amerîkayê bavêje yan na.  

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin