Waqfa Hemîdê Smîalaxa: Em daxuyaniyên bê exlaq Rahmi Koç şermezar dikin û vî zimanî red dikin

.

Waqfa Hemîdê Smîalaxa

Em daxuyaniyên bê exlaq Rahmi Koç yên ku di vekirina nexweşxaneya Îzmîrê de li ser jinên Kurd anîne ziman, bi tundî şermezar dikin û vî zimanî red dikin.

Jinên Kurd, ne tenê îro, ji dîroka kevnar, serdemên Med û mitanîya û heta roja îro, şanazî û serbilindayî ya, çand, nasname û rûmeta vê axê ne.

Ew tevlî xebata, li hemberî her cure zilm û zoriyan bûne, ew bûbe sembola berxwedan û jiyana bi rûmet.

Leyla Qasim di sedsala nû de bû mînaka cesaret û serbilindiya gelê xwe.

Adele Xan, wekî birîtanî wê didin nasandin Lady Adele, serwerî û rayedarî di sedsala 19 û destpêka sedsala 20 de, şer û pevçûnên di navbera eşîrande rawstandîye û aşîtî ava kirîye.

Fatma Xanê Botan du sedsala 18-19, di nava Mîrgêde, û nav gelê xwede wek, dadperwerî, aqilmend dihate nasîn, Fatma Xanê hem rola jinê anî asteke bilind, hem jî çanda Mîrgeha Botan parastîye

Zarîfe Xan, ne tenê wekî "xanima Elîşêr" bi tenê bû, ew bi serê xwe wekî serwer, rênîşander, çavkaniyeke zindî ya çandê û parêzvana rûmeta gelê xwe kete rûpelên dîrokê.

Bi sedan, belkî bi hezaran Jinên Dengbêj, dîrok, nasname, êş û birînên gelê Kurd bi deng û klamên xwe parastine û gihandine nifşên nû.

Ev dîrok, ev mîras û ev vîn ewqas giranbiha û gelek pîroz in ku bi tu fîkr an jî henekan nayên kêmtirkirin.

Gotinên bi vî rengî ne tenê heqaretek e li hemberî jinên Kurd e, di heman demê de hewldanek e ji bo biçûkxistina çand, nasname û nirxên neteweyî yên gelê Kurd.

Em wekî Waqfa Hemîdê Smîalaxa careke din bi dengekî bilind tînin ziman:

Jinên Kurd ne mijara henekan e û nasnameya Kurd nayê biçûkxistin!

Em van gotinên bêrêzî bi tundî şermezar dikin û bang li hemû kurdan dikin, kû li rûmeta xwe, xwedî derkevin

Bi Rêzdarî,

Waqfa Hemîdê Smîalaxa

06.06.2026

 

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê pêşangeheke taybet ji bo hunermend Ebas Kemendî hat vekirin
Baroyên Bakurê Kurdistanê giliyê Rahmî Koç û Bînalî Yildirim kir
Serokê PWKê yê Teşkîlata Mêrdîn Nezîr Galerî li ser bûyerên dawî yê Qoserê diaxife
Kurdistan kabûseke dîrokî ya dagirkeran e
Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin