Walîyê Diyarbekirê bi koronayê ket  

.

Parêzgarê bajarê Diyarbekir yê Bakurê Kurdistanê Munîr Karaloglu, bi vîrusa koronayê (Covid-19) ket.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû li ser medya civakî ragihand ku ji ber çend nîşaneyan wî roja Yekşemê testa xwe ya vîrusa koronayê kiriye û encama testa wî ya Covid-19 pozîtîf derketiye.

Karaloglu got ku ew niha li mala xwe ye û pêvajoya dermankirina wî ji mal didome.

Parêzgarê Diyarbekiê gotiye, rewşa wî gelek baş e û heta niha ti rewşeke neyînî li ser peyde nebûye.


 

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand