Von der Leyen: Em girîngiyê didin hevkariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re

.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê ragihand ku ew girîngiyê didin hevkariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê re civiya.

Di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê û pêşhatên dawî yên Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û hûrgiliyên civînê parve kirin.

Von der Leyenê bal kişand ser girîngiya peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re û got:

"Em qîmeteke mezin didin hevkariya xwe ya baş a ku demeke dirêj e bi Herêma Kurdistana Îraqê re didome."

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê her wiha bal kişand ser trafîka dîplomatîk a Nêçîrvan Barzanî ya bi taybetî li ser kêmkirina aloziya li Rojavayê Kurdistanê.

Von der Leyenê pesnê rola Hewlêrê ya di seqamgiriya herêmî de da û got:

"Em ji hewldanên we yên ji bo kêmkirina aloziya li bakurrojhilatê Sûriyeyê, diyalog û vekirina korîdora mirovî kêfxweş in."

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêrê navendeke nû ya zanistî ji bo parastina çavkaniyên av û axê hat vekirin
KERKÛK - Parêzgarê nû yê Tirkmen desthilatên alîkarê xwe yê Kurd jê standin
2,9 TRILYON DOLAR - Lêçûnên leşkerî pişta cîhanê xistiye berê
Dorpêça li ser Kobaniyê bandorê li çandiniyê jî dike û pêdivî bi mazotê heye
Saziya Şehîdan: Li Kirmaşanê 50 sivîl şehîd ketin