Vîze di navbera Iraq û Îranê de radibe

Îro Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Iraqê dike. Hat ragihandin ku ew serdan bi mebesta nemana vîzeyê ye di navbera herdu welatan de

Îro Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Iraqê dike. Hat ragihandin ku ew serdan bi mebesta nemana vîzeyê ye di navbera herdu welatan de.

Jêderekî ji Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku, biryar e îro Zerîf bigihê Bexdayê û ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî bicive.

Li gorî ajansa Fars a îranî jî, serdana Mihemed Cewad Zerîf taybet dibe bi gotûbêjkirina nemana vîzeyê di navbera herdu welatan de.

Heman jêderan dan zanîn ku, Zerîf li Bexdayê jibilî Ceferî, dê ligel berpirsên din ên Iraqê bicive.

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin