Vîrusa Korona Heta Niha bi Qasî 900 Hezar Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona mirine 890 hezar derbaz kir.


Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 894,430 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku wê li wî welatî bi qasî 190 hezar kuştine.

Ji nav eyaletên herî Amerîka, herî zêde li New York, New Jersey û California mirinên ji vîrusa korona çêbûne. Li New York 33,010, li New Jersey 15,996, li California jî 13,794 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi 126,960 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 72,775 mirinan Hîndistan tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha bi qasî 5 hezar kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir