Vîrusa korona derveyî Çînê herî zêde li Koreya Başûr, Îran û Îtalyayê hatîye dîtin

Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li derveyî Çînê jî bi awayekî çapik belav dibe.

Navenda Nûçeyan - Li gor daneyên WHOyê, roja Sêşemê li Çînê 411 bûyerên nû yên bi Covid-19 pêk hatin û li derveyî ew hejmar giheşt 427an.


WHOyê da zanîn Covid-19 ku li derveyî Çînê herî zêde li Koreya Başûr, Îran û Îtalya hatîye dîtin.


Serokê WHOyê Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew belavbûna Covid-19 fikara çêdike, lê ewê ‘’pandemî’’ ranegihînin.


Bo ‘’pandemî’’ were ragihandin, divê nexweşî li welat û parzemîna were dîtin, ji mirovan derbazî mirovan be, kujer be û dermanê wê tune be.


WHO dîyar dike ku ragihandina pandemîyê dê tirsa di nav gel de zêde bike.
Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist