Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e

.

Ala Şalî

Li Brukselê di nav avahiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de, ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê merasîmeke taybet hat lidarxistin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê û Wezîrê berê yê Karên Derve yê Danîmarkayê Villy Søvndalê ku siyasetmedarekî naskirî ye û Kurdan baş nas dike, beşdarî vê merasîmê bû.

Søvndal di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de piştgiriya xwe ya ji bo mafên gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê anî zimên û bal kişand ser berdêlên Kurdan ên di şerê li dijî DAIŞê de.

Villy Søvndal diyar kir ku naskirina Kurdan û pîrozkirina Newrozê ya Parlamentoya Ewropayê de peyameke girîng e û got:

"Wekî her gelê din, gelekî giring e ku Kurd xwedî çand, kevneşopî û nerît û cejnên xwe bin.

Ez li piraniya bajarên mezin ên Danîmarkayê beşdarî Newrozê bûme û hevalên min ên herî baş Kurd in."

Villy Søvndal pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Birêz Villy Søvndal. Ez dixwazim çend pirsan jê bikim, ew Kurdan jî baş nas dike. Birêz Søvndal, ji bo vê hevpeyvînê gelekî spas. Pirsa min ev e; li gorî we naskirina Kurdan û pîrozkirina Cejna Newrozê li vir çi qasî girîng e?

Villy Søvndal: Bi dîtina min ev gelekî giring e çimkî wekî her gelê din, gelekî giring e ku çand, kevneşopî û nerît û cejnên we hebin û hûn wan pîroz bikin. Ez gelek caran beşdar bûme, ez li Danîmarkayê hatime hilbijartin û li wir dijîm, ez li hemû bajarên mezin ên Danîmarkayê beşdarî Newrozê bûme û min li gel we pîroz kiriye.

Hinek ji hevalên min ên herî baş ên li Danîmarkayê Kurd in. Em bi gelê Kurd gelekî kêfxweş in û bi her awayî ku ji destê me were em piştgiriya wan dikin. Em dixwazin ku rê li ber we hemûyan were vekirin, çi li Îranê be, çi li Îraqê çi li Sûriyeyê yan jî li Tirkiyeyê be, mafê we hebe ku hûn xwedî çanda xwe, zimanê xwe û dibistanên xwe bin. Tiştê ku em piştgiriya wê dikin ev e.

“Ewropa deyndarê Kurdan e”

Rûdaw: Gelekî spas. Lê niha rewş gelekî nexweş e. Şer e, şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ye û berdewam êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin. Yekîtiya Ewropayê çawa dikare piştgiriya Herêma Kurdistanê bike? Di vê rewşa hestyar de Ewropa çawa dikare piştgiriya hevalbendên xwe bike? Wekî mînak Pêşmerge ku çendîn salan li dijî DAIŞê şer kiriye?

Villy Søvndal: Bi dîtina min em deyndarê we ne, ji ber wê dema ku DAIŞ li Sûriyeyê hebû. We ji bo şerê li dijî wan alîkariya me kir. Gelek ji jin û mêrên we canê xwe ji dest da, eger ez bi rastî di bîra min de be nêzîkî 7,000 kesan. Lewma em ji bo vê gelekî spasdar in.

Pêwendiyên min ên baş bi Kurdistana Îraqê re hene ku bi dîtina min li nav hemû Rojhilata Navîn de bi wan hemû dîktatorî û kêmiya dîmokrasiyê re cihekî bêhempa bû, Kurdan li Kurdistana Îraqê demokrasî ava dikir. Ez ji wê têkoşîna li Tirkiyeyê jî agahdar im ku gelek caran ji aliyê hikûmeta li wir ve çewisandin heye ku divê nebe, gelek serokşaredar di girtîgehê de ne.

Herî dawî û ji her tiştî girîngtir, ya ku niha li Îranê diqewime, em gelekî hêvîdar in ku gelê Kurd ê li bakurê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê), ji bo biryardana li ser çarenivîsa xwe xwedî mafên zêdetir be û rêz li çand û ziman û hemû tiştên wan were girtin. Ev hemû ew tişt in ku em piştgiriya wan dikin.

Rûdaw: Lê hûn çawa dikarin alîkariya Kurdan bikin li Herêma Kurdistanê ku niha bi berdewamî êrişî wan tê kirin? Hûn çawa dikarin Kurdan li herêmê biparêzin?

Villy Søvndal: Ez bawer dikim ku divê em çi ji destê me tê ji bo piştgiriya civakên Kurd ên li Îraqê bikin. Bi dîtina min divê em hemû wan pêwendiyên baş ên ku li gel Kurdan hene, çi li Brukselê be yan jî li Kopenhagê be, bi kar bînin da ku piştgiriya xelkê li wir bidome.

Ez bawer dikim ku divê em alîkariya aborî jî pêşkêşî civakên Kurd bikin û bi her awayî hewl bidin ku alîkariya jiyana rojane ya gelê Kurd bikin.

Rûdaw

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin