Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze

.

enatorê Amerîkayê Chris Van Hollen ragihand ku wî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re rewşa dawî ya Sûriyeyê gotûbêj kiriye.

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen destnîşan kir ku berpirsyariya Washingtonê li hemberî HSDyê heye ku di şerê li dijî DAIŞê de hevparê wan ê herî nêzîk e û bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku êrişên xwe yên li herêmên Kurdan û bi taybetî Kobaniyê rawestîne.

Van Hollen diyar kir ku ew rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne û aramî hem ji bo gelê Sûriyeyê hem jî ji bo ewlehiya herêmê xwedî girîngiyeke sereke ye.

Senatorê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku divê Amerîka ji bo peymaneke adil a ku HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê bike navbeynkariyê bike.

"Ez bi General Mezlûm Ebdî re axivîm"

Van Hollen da zanîn ku pêvajoya şer a li Sûriyeyê bûye sedema dilgiraniyeke kûr û eşkere kir ku wî ji bo rewşa li qadê rasterast binirxîne bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re hevdîtinek pêk aniye.

Senatorê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Piştî şer û zexta bi dehan salan, teşwîqkirina aramiyê li Sûriyeyê hem ji bo gelê Sûriyeyê hem jî ji bo ewlehiya herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Ji ber vê yekê ez bûyerên dawî yên li Sûriyeyê bi dilgiraniyeke kûr û ji nêzîk ve dişopînim.

Ez demek berê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm re li ser raporên ku dibêjin hikûmeta Sûriyeyê agirbesta dawî binpê dike û êrişî Kobaniyê dike û rewşa li qadê axivî."

"Berpirsyariya me li hemberî HSDyê heye"

Van Hollen bal kişand ser rola sereke ya hêzên Kurdan a di têkoşîna li dijî DAIŞê de û bi bîr anî ku berpirsyariya Amerîkayê ya parastina hevpeymanên xwe heye:

"Wekî hevparê me yê nêzîk û pêşengê têkoşîna li dijî DAIŞê, erkê me heye em piştrast bikin ku miameleyeke adil li HSDyê were kirin.

Divê Amerîka ji hikûmeta Sûriyeyê bixwaze ku demildest li gorî agirbestê tevbigere û êrişî herêmên ku piranî Kurd lê dijîn neke."

"Divê HSD tevlî sîstema Sûriyeyê bibe"

Senator Van Hollen destnîşan kir ku ji bo çareserkirina krîza heyî divê rêveberiya Amerîkayê giraniya xwe ya dîplomatîk bi kar bîne û bang kir ku statuya HSDyê were misogerkirin.

Van Hollen daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

"Beriya ku agirbesta heyî bi dawî bibe, neçarî ye ku Amerîka her du aliyan vegerîne ser maseya dan û standinan.

Pêwîst e peymaneke adil û mayînde were pêk were ku HSDyê bi awayekî tam tevlî hikûmeta Sûriyeyê dike."

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike
HSDyê li ser agirbestê daxuyanî da