Piştî du salan ji benda mayînê, Yasaya Rêkxistina Bazirganiya Sînorî ya ku wekî 'Yasaya Kolberiyê' tê naskirin, li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ket meriyetê.
Armanca yasayê ew e ku rêyeke fermî ji bo hawirdekirina kelûpelan were vekirin û rewşa jiyana xelkê herêmên sînorî baştir bibe.
Parêzgarê Urmiyeyê Rêza Rehmanî diyar kir ku yasa dê 5 salan di meriyetê de be û armanca sereke amadekirina jêrxaneya pêwîst e ji bo pêşxistina bazirganiya fermî ya sînorî.
Parêzgarê Urmiyeyê got, "Bicihkirina vê yasayê hewldanek e ji bo piştgirîkirina xelkê herêmê û baştirkirina jiyana wan.
Li gorî biryarê di demeke nêzîk de kesekî jêhatî ji bo hevahengiya bi qeymeqaman re û birêvebirina derî û bazarên sînorî were destnîşankirin da ku bazirganiya sînorî zêdetir bi pêş bikeve."
Karta taybet
Li gorî yasaya nû, dê karteke taybet ji malxweyê malbatan ên li herêmên sînorî re were dayîn û ew dê karibin 87 corên kelûpelan bi awayekî fermî hawirde bikin.
Berpirsên Urmiyeyê eşkere kiriye ku para parêzgehê ya ji hawirdekirina kelûpelan a bi rêya vê yasaya nû, 450 milyon dolar e.
Bajarên Serdeşt, Mîrawe û Pîranşar wekî navendên bicîkirina vê şêwaza nû ya kolberiyê li parêzgehê hatine diyarkirin.
Birêvebirê Giştî yê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Urmiyeyê Seadet Xêrxa jî mijar zelal kir û got:
"Li gorî yasayê, li wan sê bajaran 62 hezar malxweyên malbatan hatine diyarkirin ku dikarin bi wergirtina karta taybet a niştecihên herêmên sînorî û tomarkirina navên xwe di sîstema bazirganiya sînorî de sûdê ji vê derfetê wergirin."
Li gorî berpirsên parêzgeha Urmiyeyê, di şeş mehên borî de 160 hezar ton kelûpel bi şêwaza nû ji aliyê kolberan ve hatine hawirdekirin.
Hikûmeta Îranê bi bicihkirina vê yasayê dixwaze dawî li şêwazê niha yê kolberiyê bîne ku qedexe ye û metirsiyeke mezin li ser jiyana kolberan çêdike.
Her wiha armanc dike ku metirsiyên ewlehiyê yên li ser sînor jî kêm bike.