UNISCO banga civîneke bilez kir

Rêvebera UNISCO, Irina Bokova di daxuyaniyekê de ragihand: “Têkdana şûnwarên Mûsilê zêdetirî karesateke rewşenbîrî û ew tundrewî û nakokiya li Iraqê zêdetir dike.”

Rêxistina UNISCO bang li Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê kir ku civîneke bilez derbarê têkbirina şûnwarên Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, lidar bixe.

Rêvebera UNISCO, Irina Bokova di daxuyaniyekê de ragihand: “Têkdana şûnwarên Mûsilê zêdetirî karesateke rewşenbîrî û ew tundrewî û nakokiya li Iraqê zêdetir dike.”

Irina Bokova eşkere kir ku wê daxwaza civîneke bilez ji Encumena Ewlekariyê kiriye ji bo parastina şûnwarên Iraqê, wek beşekî sereke ji ewlekariya wî welatî.

Bokova derbarê têkdana Mûzexaneya Mûsilê û şûnwarên tê de ji aliyê DAIŞê ve, dilgiraniya xwe anî ziman û ew kar wek destdirêjiyeke enqest li ser dîroka Iraqê û şûnwarên wê da zanîn.

Bokova wiha got: “Hin şûnwarên ku di vîdyoya DAIŞê de derdikevin, vedigerin bajarê Hezer yê dîrokî ku di lîsteya şûnwarên cîhanî ya UNISCO de ye.”

Duh wîlayeta mûslê ya dewleta îslamî naskrî bi DAIŞê ew vîdyo belav kir û tê de hemû peyker û diywarbendên mûzeya Mûslê ji aliyê DAIŞê ve têne wêranikirin û bi kutkên hesin û komprêseran tên şkandin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê