UNICEF: Pêwîstiya 12 milyon Sûriyan bi alîkariyê heye

.

 Rêxistina UNICEF hişyarî da û diyar kir, êrîşên li hemberî dezgehên avê di dema şer û pevçûnên li cîhanê de tên kirin, jiyana bi mîlyonan zarokan dixin metirsiyê.

Rêxistina UNICEF a zarokan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di raportekê de ragihand, êrîşên li hemberî dezgehên avê di dema şer û pevçûnên li cîhanê de tên kirin, jiyana bi mîlyonan zarokan dixe metirsiyê.

Diyar kir jî, pêwîstiya nêzîkî 48 milyon kesan li li Rojhilata Navîn, Efrîqya, Asya û Ewropayê bi ava vexwarinê û jêrxaneya avê heye.

Li gor raportê, li Sûriyê di 10 salên dawiyê de û ji ber ziyana ku gihîştiye jêrxaneyê, pêwîstiya 12 milyon û 200 hezar kesan bi avê heye.

Rêveberê Bernameyên Awarte yên UNICEF'ê Manuel Fontaine diyar kir, av sedema jiyan û mana mirovan e, nabe ti carî weke rêbazeke şer were bikaranîn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin