UNICEF: Li Libyayê 115 hezar zarok nikarin herin xwendingehê

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kirîye ku li Libyayê ji ber pevçûnan ji 115 hezrî zêdetir zarok ji perwerdeyê mehrûm mane.

Navenda Nûçeyan- Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kirîye ku li Libyayê ji ber pevçûnan ji 115 hezrî zêdetir zarok ji perwerdeyê mehrûm mane.

Di daxuyanîya nivîskî ya UNICEFê da hatîye dîyarkirin ku bûyerên tundîyê yên li Trablusa paytext û dorberê wê zêde bûn li ser perwerdeya zarokan tesîreke neyînî dihêlin.

Wekî mayîn hat destnîşankirin ku di pevçûnên li herêmên Eyn Zara, Ebu Salîm û Sug el Cumeyê da 5 xwendingeh hilşîyan, 210 xwendingeh hatin girtin û 115 hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm man.

- "Dibê malbat di navbera ewlehî û perwerdeya zarên xwe da nemînin"

Di daxuynîyê da hatîye dîyarkirin ku êrîşên dawîn ên birin ser xwendingehan û zêdebûna neewlebûna li dorberê Trablusê jîyana zrokan dixe xetereyê û wiha hat gotin: "Dibê tu malbatek di navbera ewlehî û perwerdeya zarên xwe da tercihekê neke."

Di daxuyanîyê da bal kişandin ku xwendingeh êdî ji bo zarokan cîyê hîbûnê nînin cîyên tirsê ne, zarokên neçin xwendingehan dibe ku tevlî tûndî û pevçûnan bibin.

Di daxuyanîyê da bal hat kişandin ku êrîşên li ser xwendigehan îxlalkirina Mafên Zarokan û hiqûqa Mafên Mirovan e, bangî alîyan kirin ku bira ji êrîşên ser xwendingehan, binesazîyê û tundîyê dûr bisekinin.

Bianet

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"