UNICEF: Di 14 salan de zêdeyî 9 hezar zarok li Iraqê hatine kuştin û birîndar bûne

.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî Bo Alîkarîkirina Zarokan (UNICEF) ragihand ku di 14 salên derbasbûyî de zêdeyî 9 hezar zarok li Iraqê ji ber şer bûne qurbanî û ji wê hejmarê 3 hezar û 119 zarokan canê xwe ji dest dane.

UNICEF dibêje: “Di 17 salan de, 17 hezar û 500 zarok rûbirûyê tundûtûjiya seksî bûne û grûpên çekdar bi zorê 105 hezar zarok kirine serbaz.” UNICEF di rapora xwe ya dawî ya derbarê bandora şer li ser zarokan de dibêje: “Ji sala 2005an ve û heta sala 2022an, 315 hezar zarok rûbirûyê kuştin û zerara zêde ya canî bûne, di nav wan de 120 hezar zarok li cîhanê hatine kuştin û birîndar bûne, ku 3 hezar û 119 zarok li Iraqê hatine kuştin.”

UNICEFê lêkolîn derbarê 315 hezar dosyeyên zarokan de kiriye, yên ku di navbera salên 2008 heta 2022an di dema rûbirûbûna çekdarî de hatine kuştin an zerar gihiştibe wan. UNICEF dibêje: “120 hezar zarok hatine kuştin an birîndar bûne. Grûpên çekdar 105 hezar ji wan bi zorê kirine çekdar, 32 hezar û 500 ji wan hatine revandin û 16 hezar zarok rûbirûyê tundûtûjiya seksî bûne.”

Ajansa Neteweyên Yekbûyî Bo Alîkarîkirina Zarokan (UNICEF) dibêje, di wê demê de 16 hezar êrîş bo ser zarok û nexweşxaneyan hatine kirin û 22 rewşên rêgirtin li gehiştina alîkariyên mirovî bo zarokan hebûne.

Derbarê Iraqê de jî UNICEF dibêje: “Ji sala 2008 heta 2022an, zêdeyî 9 hezar zarok li Iraqê di rûbirûbûnên çekdarî de bûne qurbanî, 3 hezar û 19 ji wan hatine kuştin û 5 hezar û 938 zarok birîndar bûne, wate bi giştî rojane yek zarok.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin
Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike