Umêd Xoşnaw: Ji ber êrişên li ser Helebê pêşangeha Sûriyeyê nayê vekirin

.

 Biryar bû 26ê vê mehê li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê berhemên Sûriyeyê werin nîşandan lê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku pêşangeh nayê vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re got, "Biryar bû 26ê vê mehê li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê Pêşangeha Berhemên Sûriyeyê were vekirin lê ew pêşangeh nayê vekirin."

6ê vê mehê, Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kir ku Kurd lê dijîn.

Ji ber êrişê bi dehan kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn, bi hezaran kes jî koçber bûn.

Umêd Xoşnaw li ser sedema betalkirina pêşangehê got, "Ev ne cara ewil e. Careke din jî ji ber ku Alaya Kurdistanê danenîbûn me rê li ber pêşangehê girt û paşê wan sererast kir.

Vê carê ji ber rûdanên li Sûriyeyê bi ti awayî rê nayê dayîn ku pêşangeh were vekirin."

30ê Kanûna Pêşîn a 2025an, Saziya Giştî ya Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê li ser hesabê xwe yê Facebookê reklama pêşangehê belav kiribû.

Di wê reklamê de wêneyê Keleha Hewlêrê hebû û Alayên Îraq û Sûriyeyê lê hatibûn danîn lê Alaya Kurdistanê tê de tune bû.

Tora Medyayî ya Rûdawê ev mijar şopand û bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî re peyivî.

Çend saet piştî şopandina Rûdawê, wê saziyê Ala Kurdistanê li wêneyê reklamê zêde kiribû.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin