Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand, heta ew grubên çekdar li sînorê madeya 140 a destûra daîmî ya Iraqê bin, rewşa navçeyê herwaha dê wisa be û metirsî jî dê berdewam bin.
Herwaha got: '’Ewane tişta ji dest wan tê dikin û êrîş dikin, ji bo wê divê ev yek bê çareser kirin, ew grubane li wan navçeyan divê nemînin.’’
Umêd Xoşnaw got: '’Beşeke piranî ya wan mûşekên ku ji Kurdistanê re tên avêtin, li sînorê navçeyên germ û bi taybet jî li sînorê madeya 140 ve tên avêtin. Ew grubane beşekî piraniya wan di nav saziyên ewlehiya Iraqê de ne, ma dibe ew grubuna bi dilê xwe rojane Kurdistanê bikin armanca êrîşê? Ev yek di berpirsyartiya hikûmeta Iraqê de ye û divê wan êrîşan rawestîne.’’
Parêzgarê Hewlêrê got: '’Heta ew grubên çekdar li sînorê Kurdistanê û sînorê madeya 140 de bin, rewşa wan navçeyan baş nabe, divê hemû roj em li bendê bin, gelo ew grubane êrîş dikin an na. Derket ku ew grubane tişta ji wan bê dê bikin, ji bo wê jî divê bi hemû awayekî be ji wan navçeyan ew bên dûrxistin.’’
BasNews