Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne

.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, bi du dronan êrişî baregeheke hevpar a Pêşmerge û artêşa Fransayê ya li Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne.

Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re got: "Di êrişa li Eniya Mela Qereyê de 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne lê ti Pêşmergeyî zerer nedîtiye."

Umêd Xoşnaw her wiha got, "Zanyarî hene ku dibe ku du birîndarên din jî hebin, em hîn ne piştrast in, lê 4 ji wan niha bo nexweşxaneyê hatine veguhestin."

Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku di êrişê de ti Pêşmergeyek birîndar nebûye.

Leşkerên Fransayî di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de li wê baregeha hevpar perwerdeyê didin hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê got, "Ji ber êrişê 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne û birînên wan hemûyan sivik in."

Eniya Mela Qereyê li navçeya Mexmûrê ya Hewlêrê ye. 

Sererkaniya Fransayê piştrast kir: 6 leşkerên Fransayî birîndar bûn

Li aliyê din, Sererkaniya Fransayê ragihand ku 6 leşkerên wan birîndar bûne.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Fransayê, Sererkaniya Fransayê piştrast kir ku 6 leşkerên Fransayî di encama êrişeke dronekê de birîndar bûne.

Sererkaniya Fransayê destnîşan kir ku "leşkerên Fransayê di çarçoveya çalakiyên perwerdekirinê yên têkoşîna li dijî terorê de li herêmê bûne."

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêrê navendeke nû ya zanistî ji bo parastina çavkaniyên av û axê hat vekirin
KERKÛK - Parêzgarê nû yê Tirkmen desthilatên alîkarê xwe yê Kurd jê standin
2,9 TRILYON DOLAR - Lêçûnên leşkerî pişta cîhanê xistiye berê
Dorpêça li ser Kobaniyê bandorê li çandiniyê jî dike û pêdivî bi mazotê heye
Saziya Şehîdan: Li Kirmaşanê 50 sivîl şehîd ketin