Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê got ew hazirîyê dikin ku peywendîyên dîplomatîk yên bi Sûrîyê re jinûve çêkin.
Hikûmeta Şamê ya bi piştgirîya Rûsya meha borî ketibû.
Zelenskyy piştî Wezîrê Derve Andrii Sybiha û Wezîrê Çandinîyê Vitaly Koval çûn serdana Sûrîyê dîyar kir ku wan berê jî alîkarîya xwarinê jibo wî welatî şandiye.
‘’Em hazirîyê dikin ku peywendîyên dîplomatîk yên bi Sûrîyê re û hevkarîya bi rêxistinên navneteweyî re jinûve çêkin.’’
Ukrayna, piştî hikûmeta Şamê Hezîrana 2022’yan gotibû ku ew serxwebûna herêmên Donetsk û Luhans yên ji alîyê Rûsya ve hatine dagir kirin nas dike, peywendîyên xwe yên dîplomatîk yên bi Sûrîyê re birîbûn.
Serhildayan meha borî Serokê Sûrîyê Beşar Esad ji desthilatê gêr kir û ji wê demê vir ve Ukrayna hewil dide bi rêbêrên nû yên Îslamî yên welêt re peywendîyan çêke.
Rûsya, ku Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, hevbenda li pêş ya Esad bû û mafê penaberîya sîyasî da wî.
Zelenskyy bi berdewamî dîyar kir ku ew dixwazin bazirganîya xwe ya bi Lubnanê re jî pêşve bibin.
Wî berê jî gotibû ku ewê bi hevkarîya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî 500 metrîk ton ardê genim ji Sûrîyê re bişînin.
Kurdistan Haberleri
Rojhilat | Bêyî biryara dadger 9 Kurd hatin girtin
Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê