TUSÎAD: Rojên hê tengezartir li benda me ne

Serokê Konseya Bilind a Şêwirê yê TUSÎADê Tuncay Özilhan, di civîna TUSÎADê de di warê aboriya Tirkiyê de nêrînên xwe yên reşbîn anîn zimên û got: "Her roj kompaniyek konkordato radigihîne û heke îflas bêne destpêkirin wê hê xirabtir be.

Özilhan di civînê de got di maweya navîn de divêtî ev e ku rojên tengezartir li benda me ne. Piştî pirsgirêka dovîzê de hat çareserkirin divê dor were vê pirsê ku em ê çawa karibin cudahiya di navbera me û welatên mureffeh de ji holê rakin. Di maweya navîn de rojên reştir li benda me ne. Berdêla hin biryarên xelet tê dayîn û her roj kompaniyek konkordato radigihînin. Moralên wan xirab dibin. Sektora reel, ji ber enflasyona bilind û pêlpêlîna di TLyê de berê xwe nabîne. Ji ber nirxa bilind a faîzan, bikaranîna krêdiyan tê sînordarkirin. Heke îflas bêne destpêkirin dê rewş dê ber bi hirabtirbûnê ve biçe. 

Serokê TUSÎADê Erol Birecik jî wisa axivî: "Avakirina pergaleke demokrat ku azadiyan mîsoger bike û hiqûqê esas bigire bivênevê ye. Ji ber vê jî hilbijartinên herêmî yên li pêşiya me girîng e. Divê esasa vê jî ev bin ku rûmeta sirûştê bigire, dîrokê biparêze, hevkêşî bi geşepêdanên teknolojiyê bike û bajarên ku mirovên her temenê tê de bi aramî û bextewarî bijîn werin avakirin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan