Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, parêzvanê wî Şukru Eroglu û polîsê ku ji kar hatiye avêtin Gokhan Ertok di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de ji ber 4 tawanên din jî hatin girtin.
Tuncay Sonel niha di girtîgehê de ye.
Cendirmeyan doh Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û Gokhan Ertok birin Dadgeha Erziromê.
Dozgerê komarê li dadgehê careke din îfadeya her sê gumanbaran wergirt.
Sûcên giran
Gumanbar piştî wergirtina îfadeyan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha ceza ya sulhê hatin kirin.
Dadgehê bi tohmetên "xerakirin, tunekirin an jî guhertina agahiyên di pergala înformatîk de", "bêparkirina kesan a ji azadiya wan", "talana giran" û "bidestxistina agahiyên kesane ya bi awayekî derqanûnî" biryara girtina her sê gumanbaran da.
Windabûna Gulistan Dokuyê
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î winda bûbû.
Lêpirsîna windabûna wê li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê tê kirin.
Di çarçoveya wê lêpirsînê de 14ê Nîsanê çend kes hatibûn desteserkirin.
Di nav wan kesan de kurê parêzgarê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ê bi navê Mustafa Turkay Sonel û polîsê parastinê Şukru Eroglu jî hebûn.
Her wiha Tuncay Sonel bi xwe jî rojên pişt re hatibû desteserkirin.
Wezaretê ew ji peywirê dûr xistibû
Dadgehê Tuncay Sonel ji ber sûcên "bidestxistina agahiyên kesane ya bi awayekî derqanûnî", "tunekirin an jî veşartina belgeyên fermî" û "veşartin, guhertin û tunekirina delîlên sûc" girtibû.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî Sonel ji peywirê dûr xistibû.
Lêpirsîn li Erziromê didome
Lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê tê dîtin.
Lêpirsîna li ser Parêzgar Sonel jî li Erziromê didome.
Lêpirsîna parêzgar û qeymeqaman li gorî xala 161an a Qanûna Darizandina Cezayî pêk tê.
Li gorî vê xalê, rayeya lêpirsîn û vekirina dozê ya li ser sûcên kesane yên parêzgar û qeymeqaman, di destê serdozgeriya komarê û dadgeha cezayê giran a wê parêzgehê de ye.
Ev parêzgeh jî ew parêzgeh e ku dadgeha îstînafê (dadgeha pêdeçûnê ya herêmî) lê ye û girêdayî cihê peywira wî kesî ye.