Trump û Erdogan bo pirsa S-400 bi telefonê axivîn

Serokê Amerîka û Serokomarê Tirkiyê pêwendiyeke encam dan. Erdogan pêşnîyara avakirina Komîteya hevkar ji bo S-400 dubare kir.

Serokê Amerîka û Serokomarê Tirkiyê pêwendiyeke encam dan. Erdogan pêşnîyara avakirina Komîteya hevkar ji bo S-400 dubare kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê pêwendiyek encam dan.

Li gor agahiyan, di hevdîtinê de mijara sereke sîstemên S-400 bû, Tirkiye dixwaze ji Rûsyayê bikire û Erdogan bo lêkolînkirina vê sîstemê pêşniyara avakirina komîteyeke hevkar dubare kiriye.

Tirkiye dibêje, ew amade ne komîteyek ava bikin, da ku ev sîstem li dijî sîstema NATOye yan na. Lê Amerîka heta niha bersiva vê pêşniyarê nedaye.

Her di wê çarçovê de, îro Peyvdarê Krêmlînê Dimitry Peskov da xuyakirin, Tirkiye ji wan xwestiye ku sîstemên S-400 di demeke zûtir de radestî wan bike û di radestkirinê de ti paşxistin nîn e.

Rojhilta Navîn Haberleri

Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir