Trump peyamên zelal dan Îranê

.

 Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya "Rewşa Yekîtiyê" ya li Kongreyê de peyamên zelal dan Îranê û got, "Tercîha min ew e ku em vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasiyê çareser bikin."

Donald Trump di rûniştina hevpar a Kongreyê de axaftina kevneşopî ya "Rewşa Yekîtiyê" kir û sala yekem a serdema xwe ya duyemîn nirxand.

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de bal kişand ser mijara Îranê û hişyariyên tund dan birêvebiriya Tehranê.

Donald Trump diyar kir ku tercîha wî çareseriya dîplomatîk e lê xetên sor jî destnîşan kirin û got:

"Tercîha min ew e ku em vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasiyê çareser bikin.

Lê tiştek teqez e, ez ê ti carî rê nedim vî welatî ku piştgirê yekem ê terorê ye, bibe xwediyê çekên nukleer. Em nikarin rê bidin ku ev yek pêk were."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Îran li herêma xwe "welatekî piştgirê terorê" ye.

Trump destnîşan kir, dema ku gef li Amerîkayê bê xwarin, ew amade ne ku hemû îhtîmalan, di nav de vebijêrkên leşkerî jî binirxînin.

"Îran mûşekên ku digihin Amerîkayê çêdike"

Trump îdia kir ku Îran hewl dide mûşekên ku dikarin bigihin Amerîkayê bi pêş bixe û got:

"Wan mûşek çêkirin ku dikarin Ewropa û baregehên me yên li derveyî welêt tehdîd bikin.

Niha jî dixebitin ku mûşekên ku bigihin Amerîkayê çêbikin.

Ew hatibûn hişyarkirin ku hewl nedin bernameyên xwe yên çekan, bi taybetî jî çekên nukleer, ji nû ve ava bikin. Dîsa jî ji serî ve dest pê dikin."

"Gotûbêj didomin"

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku bi dehan sal in siyaseta bingehîn a Amerîkayê ew e ku rê nede Îran bibe xwediyê çekên nukleer û wiha pê de çû:

"Gotûbêjên me yên bi Îraniyan re didomin. Ew dixwazin peymanê çêbikin lê me hîn ew soza veşartî nebihîstiye: Em dê ti carî nebin xwediyê çekên nukleer."

Trump di beşeke din a axaftina xwe de diyar kir ku di xwenîşandanên Îranê de 32 hezar kes hatine kuştin.

Wî her wiha got ku bi destwerdana wî înfaza bi sedan xwenîşandaran hatiye rawestandin.

Agirbesta Xezeyê û 8 şerên ku bi dawî bûne

Donald Trump di beşa polîtîkaya derve ya axaftina xwe de daxuyand ku wî di 11 mehên desthilata xwe de dawî li 8 şeran aniye.

Li aliyê din, Trump bal kişand ser agirbesta li Xezeyê û diyar kir ku ev yek ji bo aştiya Rojhilata Navîn qonaxeke gelekî girîng e.

Trump spasiya kesên ku di vê mijarê de ked daye kir.

Serokê Amerîkayê behsa pêvajoya vegerandina dîlên li Xezeyê jî kir û got, "Hemasê ji bo gihîştina cenazeyên dîlên mirî hewleke zêde da."

Kurdistan Haberleri

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Ava Kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê” Pîroz Dikin
Koşka Spî careke din kandîdbûna Nûrî Malîkî red kir
Xelkê Xaneqînê ji guhertina îdarî û demografîk ne razî ne
Cecilia Strad: Em ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê amade ne
Îranê cezayê bidarvekirinê yê 2 ciwanên Kurd pejirand