Trump mercê derketina ji Iraqê aşkere kir

Serokê Amerîkayê gefên sepandina cezayên giran û tund li Iraqê xwar in ku eger hat û ew hêzên Amerîkayê neçar bikin ku ji wî welatî derkevin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tolhildaneke tund li Îranê xwar, eger ew hewla tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî bide.

Trump ji rojnamevanan re ragihand ku Amerîka ji Iraqê dernakeve, eger hikûmeta Iraqê heqê bingehên asmanî yê Amerîka li wî welatî nede.

Trump got, bingeheke wan ya gelekî buha li Iraqê heye, bi milyonan dolaran li ser avakirina wê hatîye xerckirin, heta ku Iraq wan pereyan nede, ew ji wir dernakevin.

Trump got, eger Iraq daxwaza derketina hêzên Amerîkî bike û ew kar ne bi rêyeke dostane be, wê Amerîka cezayên tund bi ser Iraqê bisepîne, ku gelekî ji cezayên bi ser Îranê sepandibû mezintir be.

Rûdaw

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin