Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser dayîna sîstema li dijî mûşekan a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û got: "Em li rewşê dinêrin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişên li Qada Gazê ya Kormorê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re got: "Agahiya min jê heye."
Diyar Kurde ji Donald Trump pirsî:
"Gelo hûn amade ne ji bo parastina qadên petrol û gazê sîstema li dijî mûşekan bidin Herêma Kurdistanê?"
Serokê Amerîkayê di bersivê de ragihand, "Pirsa te gelekî girîng bû" û li ser egera dayîna sîstemê jî got, "Em li rewşê dinêrin."
Serokê Amerîkayê behsa rola Îranê jî kir û got:
"Îranê gelekî paşve gav avêtiye. Di demekê de ku ji bo demeke dirêj roleke mezin li Rojhilata Navîn hebû lê êdî bi wî awayî nemaye."
Her wiha Donald Trump ragihand, "Em bi Îraqiyan re gotûbêjan dikin."
Pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde û bersivê Serokê Amerîkayê Donald Trump:
Diyar Kurde: Cenabê Serok, hefteya borî komeke mîlîs li Îraqê êrişî rafîneya herî mezin a gazê ya Herêma Kurdistanê kir ku heta kompanyayên gazê yên Amerîkî jî li wir veberhênanê dikin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîkayê kir ku sîstema parastinê ya dijmûşekan dabîn bike ji bo parastina binesaziya sivîl û veberhênana Amerîkî ya li Herêma Kurdistanê. Gelo hûn amade ne wê piştgiriyê pêşkêş bikin? Pirseke din, sibe Amerîka plan dike ku...
Trump: Tu dikarî bilindtir biaxivî? Dengekî te yê pir nerm û xweş heye. Pirsên xwe kêm bike û dengê xwe bilind bike.
Diyar Kurde: Gelekî baş e. Hefteya borî, komên mîlîs ên Îraqê êrişî yek ji rafîneyên herî mezin ên gazê yên Herêma Kurdistanê kir ku heta kompanyayên Amerîkî jî veberhênan tê de kirine.
Trump: Tu xelkê Îraqê yî?
Diyar Kurde: Ez xelkê Kurdistanê me, Kurdistana Îraqê û li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dikim. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîkayê kir ku sîstema dijmûşekê ji bo wan dabîn bike ji bo parastina wan rafîneyên gazê û veberhênana li Herêma Kurdistanê. Gelo hûn amade ne alîkariya wan bikin?
Trump: Ez lê dinêrim, min bihîstiye (êriş), ya rastî, niha ez hîn zêdetir tiştan dibihîzim. Di xalên min ên li pêş de nebû, bi ya min pirseke neasayî ye lê bi ya min tu xelkê wê derê yî û ji bo te ev pirseke gelekî girîng e, ji bo min jî her wiha, ji ber ku xelk hatine kuştin. Ez dibêjim, Îraq li gorî me niha gelekî cudatir e ji ya berê, dema ku me şiyana nukleerî ya Îranê ji nav bir. Îran ji wê çavkaniya tirsê ya ku hebû, gelekî daketiye (çûye xwarê). Ew belakir (yê ku bela xwe li xelkê dida) Rojhilata Navîn bûn lê êdî ne wisa ne. Îranê bela xwe li Îraqê dida, serokekî me hebû ku bawer dikir ramaneke baş e em li Îranê bidin (biteqînin), me jî wisa kir. Li şûna ku hêzeke wan hebe ku wekhevî hêza Îranê be, wan wisa kir ku Îran hukmê Rojhilata Navîn bike, ji bo demeke dûr û dirêj; her ji wê roja ku me bi balafirên B-2yê li wan da (li Îranê) û me ew têk birin, dibe ku ne têkbirineke temamî be jî lê derket holê ku ew têkbirin û pûçkirineke temamî bû. Her yek ji wan mûşekên ku me avêtin li armanca xwe xist. Ew bi rastî bêhempa bû. Bi temamî nema û hat paqijkirin. Ez ji te re dibêjim, Îraq niha bûye cihekî gelekî dostanetir, ew bi me re diaxivin, Serokwezîr ligel nêzîkî 78 welatên din ez ji bo Xelata Nobelê berbijêr kirim. Yekem kes ku ji aliyê wî ve hat berbijêrkirin, 100 welat bû. Min jiyana hejmareke zêde ya xelkê rizgar kir, lê Îraqê em ji bo Xelata Nobelê berbijêr kirin, ev jî şanaziyeke mezin bû. Em ne li bendê bûn ku Îraq vê bike. Ji wê demê ve me şiyanên nukleerî yên Îranê lawaz kirine, Îraq welatekî gelekî cuda ye.