Trump: Îran ti demekî nabe xwedî çekên atomî

Îro serokê Amerîkayê nivîsekî balkêş nivîsand û dibêje Îran dê ti demekî nebe xwedîyê çekên atomî.

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora xwe ya civakî twitterê ragehand, Îran ne naha xwedîyê teknolojîya çekên atomîye û ne jî di pêşerojê de dê bibe xwedî çekên atomî.

Ev yek di demekî de ye ku berê gelek caran Îran tometbar kir ku bi awayekî veşartî qonaxên berhemanîna çekên atomî derbas kirîye û xwedîyê çekên atomîye, yan jî demekî kurt de dê bibe xwedîyê çekên atomî.

Trump bi wê nivîsa xwe ve piranîya metirsîyên li ser cîhanê re piştrastîyê dide ku dibe ji alîyê Îranê ve ew metirsî pêkbên, bi taybet jî metirsîyên berdewam li ser Îsraîlê.

Beşekî piranîya dorpêçên aborî yên berdewam ji alîyê Amerîkayê ve û cezayên navnetewî yên ser Îranê, bi tometa hewla bidest xistina çekên atomî xistine ser wî welatî.

Basnews

Amerîka Haberleri

Trump gef li Efxanistanê xwarin: ‘Tiştên xirab dê biqewimin!’
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin