Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku tevî êrişa 13ê Kanûna Pêşîn a li Sûriyeyê ku tê de leşkerên Amerîkayê hatin kuştin jî baweriya wî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer heye.

Donald Trump li Koşka Spî di merasîma dana "Madalyaya Parastina Sînorê Meksîkayê" de pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.

"Ez hîn jî baweriya xwe bi wî tînim"

Rojnamegeran ji Trump pirsî, "Piştî ku di êrişeke çekdarî de 2 leşker û welatiyekî Amerîkayê hatin kuştin, gelo hûn hîn jî baweriya xwe bi Serokkomarê Sûriyeyê tînin?"

Trump bersiv da û got, "Erê, ez hîn jî baweriya xwe bi wî tînim."

Serokê Amerîkayê got ku ti pêwendiya Ehmed Şer bi wê êrişê re nîne û wiha pê de çû:

"Ev beşek ji Sûriyeyê ye ku ew bi rastî pir zêde kontrolê lê nakin. Ev surprîzek bû û ew (Şer) ji ber vê yekê pir aciz e. Ew dê li ser dixebite, ew zilamekî bihêz e."

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di kemîneke DAIŞê de 2 leşker û karmendekî sivîl ê Amerîkayî hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

"Em dê bi tundî li DAIŞê bidin"

Trump diyar kir ku êriş bi rêxistina DAIŞê ve girêdayî ye û got ku ew dê di bersivê de bi tundî li DAIŞê bidin.

Trump êi ser pirsa "Çima hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê heye?" wiha got:

"Ji ber ku em hewl didin ku li Rojhilata Navîn aştiyê pêk bînin û bidomînin."

Trump destnîşan kir ku hebûna leşkeran a li Sûriyeyê jî beşek ji vê hewldanê ye û got ku herêma navborî herêmeke dijwar a cîhanê ye û got:

"Em ji Beşar Esed xelas bûn."

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin