Trump: Hevdîtina bi Ehmed Şer re ji bo min şanazî bû

.

 Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re got, "Ji bo min şanazî bû ku min wextê xwe bi Şer re derbas kir."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê derbarê hevdîtina xwe ya bi bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re peyamek belav kir.

"Sûriyeyeke aram ji bo herêmê girîng e"

Donald Trump di peyama xwe got, "Ji bo min şanazî bû ku min wextê xwe bi Şer re derbas kir.”

Trump diyar kir ku di hevdîtinê de hûrgiliyên aştiya li Rojhilata Navîn hatine nirxandin û Ehmed Şer piştgirî daye vê yekê.

Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku ew dixwaze careke din bi Şer re bicive û bal kişand ser wê yekê ku Sûriyeyeke aram û serkeftî ji bo hemû welatên herêmê gelekî girîng e.

Trump û Şer li Koşka Spî bi awayekî ji çapemeniyê re girtî li hev civiyabûn.

Kurdistan Haberleri

Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye