Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî pêkanîna agirbesta li Xezeyê got, “Em behsa avakirina Xezeyê dikin, ne çareseriya yek an dudewletî.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî Lûtkeya Aştiyê ya Şerm Şêxê di balafirê de dema vedigeriya welatê xwe, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Trump li ser pirsa “Paşeroja birêvebirya Xezeyê dê çawa be?” wiha got:

“Em dê bibînin. Gelek kes çareseriya yekdewletî dixwazin. Hinek kes jî çareseriya dudewletî dixwazin.”

“Em behsa avakirina Xezeyê dikin”

Trump her wiha li ser vê mijarê got, “Ez ne behsa çareseriya yekdewletî yan dudewletî dikim.

Em behsa jinûveavakirina Xezeyê dikin.”

Wî pirsa “Tu dê pirsgirêkên Filistînê yên bi welatên Ereban re çawa çareser bikî?” jî wiha bersivand:

“Ez dê biryara tiştê ku ez rast dibînim bidim lê ez dê bi dewletên din re di nav hevahengiyê de bim.”

Trump nêrîna ku ji bo ragihandina aştiyê li Rojhilata Navîn hîn "zû ye" red kir û got:

“Ma hûn dixwazin bêtir mirov bimirin? Yanî hûn dibêjin bila çend salên din şer bikin û avahî bi ser serê mirovan de hilweşin? Bi ya min, me di demeke gelekî baş de aştî pêk anî.”

Peymana agirbest û pevguhertina dîlan

Serokê Amerîkayê 9ê Çiriyê Pêşîn ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di dan û standinên li Misirê de qonaxa yekem a plana agirbestê ya li Xezeyê pesend kiriye.

Peyman li Misirê hat îmzekirin û bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê, 10ê Çiriya Pêşîn hatibû bicihanîn.

Lûtkeya aştiyê ya derbarê agirbesta Xezeyê, doh li bajarê Şem Şêxê yê Misirê bi beşdariya gelek serokdewletan hat lidarxistin.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di nav beşdaran de bûn.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên