Trump gef li Îranê xwar: Eger pêwîst bike em dê dîsa êriş bikin

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan tesîsên nukleer ên Îranê di êrişên asmanî de têk birine û got, “Eger pêwîst bike em dê dîsa bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê de bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku ji Fox Newsê re li ser êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê axivîbû.

Trump anî ziman ku Eraqçî li ser tesîsên nûkleer ên Îranê gotiye, “Zerer gelekî mezin e, tesîs hatine têkbirîn” û wiha domand:

“Bê guman wisa ye, tam wekî ku min gotiye û eger pêwîst bike em dê dîsa bikin.”

Çi bûbû?

Îsraîlê, dema ku pêvajoya dan û standinên nûkleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dikir, 13ê Hezîranê li bajarên cuda yên Îranê dest bi êrişên li ser tesîsên nûkleer û leşkerî kiribû.

Amerîkayê jî 22yê Hezîranê êrişî tesîsên nukleer ên Îranê yên Natanz, Fordo û Îsfehanê kiribû.

Donald Trump êriş wekî “serkeftineke mezin” bi nav kiribû lê di rapora destpêkê ya nirxandina de hatibû îdiakirin ku êrişan programa nûkleer a Îranê “têk nebiriye” û tenê “çend mehan bi paş xistiye”.

Birêvebiriya Trump bertekeke tund nîşanî nûçeyên medyaya Amerîkayê da û FBI û Pentagonê ragihand ku wan dest bi lêpirsînê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê  ji hemû malbatê re dixwazin
PWK Li Amedê Beşdarî Çalakîya Li Ber Hefsa Nolûya Dîyarbekirê Bû
Banga ji bo Zîndana Hejmar 5 a Amedê: Bila wekî Mîrata UNESCOyê bê qebûlkirin
Festîvala Fîlman a Kobaniyê li Almanyayê dest pê kir: 913 fîlm beşdar in
Scott Bessent: Em dê bi rêya zextên darayî Îranê bixeniqînin