Trump gef li Îranê xwar

.

Serokê Amerîkayê li cihê mana xwe yê li eyaleta Floridayê pêşwaziya Serokwezîrê Îsraîlê kir.

Donald Trump got, divê çek di destê Hemasê de nemînin.

Serokê Amerîkayê her wiha êrişa li ser cihê mana Serokê Rûsyayê jî rexne kir ku Moskow dibêje Artêşa Ukraynayê kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Floridayê pêşwaziya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir.

Trump behsa çend mijaran kir ku yên herî diyar Xeze, Îran, Ukrayna û Venezuela bûn.

Pirsa Xezeyê

Trump di bersiva pirsa rojnamegeran a "Kengî peymana li ser qonaxa bê ya agirbesta Xezeyê tê kirin?" de ragihand: "Peyman dê gelekî bi lez çêbibe, lê divê beriya wê Hemas were bêçekkirin."

Ew gotina Serokê Amerîkayê piştî wê yekê hat ku heman rojê berdevkê Hemasê red kir ku çekan deynin û got:

"Gelê me parastina xwe dike û heta ku dagirkerî berdewam bike, em çekan danaynin."

Niha dan û standinên Îsraîl û Hemasê yên li ser qonaxa duyem a agirbestê didomin. Tel Evîv daxwaza çekdanîna wê tevgerê dike.

Trump: Ez ji ber êrişa li ser cihê mana Putin bi hêrs im

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh ragihand ku di rojên 28 û 29ê Kanûna Pêşîn de Ukraynayê bi bikaranîna 91 dronên dûravêj hewl daye cihê mana Vladimir Putin ê li herêma Novgorodê bike armanc.

Trump li ser wê mijarê axivî û got, vê sibehê bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axiviye û ew nûçe jê re ragihandiye; her wiha got, "ez gelekî bi hêrs im" ji ber wê êrişê.

Lavrov ew hewldan şermezar kir û got, "Karên bêberpirsyarî yên bi vî rengî bê bersiv namînin" û êriş wekî "terora dewletê" bi nav kir ku armanc jê terorkirina Serokê Rûsyayê bûye.

Li gorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, dron bi rêya sîstema parastinê hatine xistin.

Li beramberî vê yekê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di daxuyaniyekê de ew tohmet red kir û wekî "dereweke aşkere" bi nav kir.

Trump: Eger Îran hewl bide xwe bi hêz bike em dê wê têk bibin

Serokê Amerîkayê li ser Îranê jî axivî û ragihand, "Ez dibihîzim ku Îran hewl dide xwe bi hêz bike.

Eger karekî wiha bike, divê em wê têk bibin. Em dê têk bibin, bi xirabî têk bibin, lê hêvîdar im ew yek rû nede."

Serokê Amerîkayê got, "Min bihîstiye Îran dixwaze peymanê bike. Eger bixwaze peymanê bike, ev gelekî aqilane ye.

Îranê dikaribû berî ku em êrişeke mezin bikin ser, peymanê bike, lê biryar da ku peymanê neke."

Hezîrana îsal Îsraîlê êrişî Îranê kir û wê jî bersiv da. Şerê wan 12 rojan berdewam kir.

Beriya bidawîhatina şer, Amerîkayê êrişî bingehên atomî yên Fordo, Îsfehan û Netenzê kir.

Berpirsên Amerîkayê amaje bi wê yekê dikin ku êrişa wan şiyanên atomî yên Îranê ji nav birine, lê berpirsên Îranê ew yek piştrast nekiriye.

Beriya şer, pênc gerên dan û standinan di navbera Îran û Amerîkayê de hebûn, lê negihiştin peymanê.

Piştî şer jî, Tehran amade nebû dan û standina bê merc bi Washingtonê re bike û berpirsên wê dibêjin, baweriya wan nemaye ku di dema dan û standinê de êrişî wan neyê kirin.

Trump di axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir, "Ez behsa rûxandina rejîmê nakim. Pirsgirêkên wan ên zêde hene.

Enflasyoneke wan a mezin heye. Aboriya wan hilweşiyaye. Aboriya wan ne baş e.

Ez dizanim xelk gelekî kêfxweş nînw lê ji bîr nekin, her carê ku aloziyek (xwenîşandanek) derkeve yan kesek komekê ava bike, biçûk yan mezin, dest bi guleberdana li xelkê dikin, xelkê dikujin.

Bi salan e ez vê dişopînim. Nerazîbûneke mezin heye. 100 hezar, 200 hezar kes kom dibin.

Ji nişka ve, xelk didin ber guleyan. Ew kom jî gelekî bi lez belav dibe."

Trump: Me êrişî qeraxeke Venezuelayê kir

Serokê Amerîkayê di beşeke axaftina xwe de behsa Venezuelayê kir û got:

"Teqîneke bihêz li herêmeke Venezuelayê rû da ku hejmareke zêde ya belemên tije madeyên hişbir lê bûn." Wî amaje bi wê yekê jî kir ku li beleman dane û dê li hemû belemên din jî bidin.

Heta niha berpirsên Amerîkayê û Wezareta Şer a wî welatî ti hûrgilî derbarê êrişê de eşkere nekirine, heta navê wê herêma ku êriş kirine ser jî neanîne ziman.

Ji îlona îsal ve rêveberiya Trump zextê li Venezuelayê dike da ku êdî, wekî ku ew dibêje, madeyên hişbir ji wî welatî bi beleman negihînin welatê wî.

Amerîkayê ji wê demê ve zêdetirî 20 êriş kirine ser wan beleman li Rojhilatê Hindî û Deryaya Karîbîkê û hat ragihandin ku di wan êrişan de zêdetirî 100 kesî hatine kuştin.

Gotinên Serokê Amerîkayê di demekê de ne ku ji wê demê ve Amerîkayê nêzîkî 15 hezar leşker şandine nêzîkî sînorên Venezuelayê û li wê herêmê bicih kirine.

Kurdistan Haberleri

Heybet Helbûsî wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin
TUÎK: Di 5 salan de 308 hezar kesan ji Wanê koç kiriye
Rekora 26 salan: Almanyayê bi qasî 726 milyon euroyan çek firotine Tirkiyeyê
Li 21 parêzgehan operasyona DAIŞê: 357 kes hatin desteserkirin
Li Laziqiyeyê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene