Trump: Ez partiyeke nû ava nakim

.

 Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di Konferansa Tevgera Sîyasî ya Konservatîf de, axifî.

Trump piştî seroktiya xwe, cara pêşî li Orlando, di Konferansa Tevgera Sîyasî ya Konservatîf de, pêşiya kamera li ser yekîtiya Komariyan axifî û got: ‘‘Hîn rêwîtiyeke wisa serketî çênebûye. Me çar salên berê bi hev re da destpê kirin û ew rêwîtî hîn bi dawî nebûye. Ez dixwazim bibêjim ku ez ê ligel we têkoşîna xwe bimeşînim.’’

Donald Trum da zanîn, ew ê partiyeke nû ava neke û ew ê li dor Partiya Komarî bi awayekî xurtir bicivin.

Li gor rojnameya Wall Street Journal di rojên borî de diyar kiribû, Trump bi şêwirmendên xwe re, li ser avakirina partiyeke nû axifiye û îdia kiribû, navê partiyê dê ‘‘Partiya Welatperwer’’ be.

Herwiha Trump di axaftina xwe de Serok Joe Biden jî rexne kir û destnîşan kir, li gor performansa wî ya meha pêşî ew ‘’serokê herî xerab yê Amerîka ye.’’

Herî dawî da zanîn, kampanya hilbijartinê ya Biden ‘‘bi derewan dagirtî’’ bûye û got, tevî wan dizanibûye ku dê rêvebirîya Biden xerab be, wan bi qasî ya ew niha dibînin xeyal nekiriye.

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin